DEM Partî ji bo Curnê Reş serî li YSK’ê da

DEM Partî ya ku di hilbijartina navçeya Curnê Reş de bûbû yekemîn, ji bo biryara nûkirina hilbijartinê were betalkirin serî YSK’ê da.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina biryara nûkirina hilbijartina Curnê Reş serî Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da. Di danê êvara hilbijartinê de pusûleyên dengan ên bi jimareya 1119 û 1120 a li Navenda Ciwanan, ji aliyê komek ji 50 kesan ve ku biraziyê şaredarê niha û namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik, Mustafa Bayik jî di nav debû, hatibûn şewitandin. Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê bi hinceta şewat di qeydên kamerayan de hatiye tomarkirin, biryara nûkirinê da. Serlêdana betalkirina biryarê ya DEM Partiyê ku bi ferqa 521 dengan bi ser ketibû, ji hêla lijneya bajêr ve hatibû redkirin. 

DEM Partî bi daxwaznameyekê serî Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) da. Daxwaznameya li ser navê Hevşaredarê Curnê Reş ê DEM Partiyê Serhan paydaş ve pêşkêşî Lijneya Blind a Hilbijartinê hat kirin, hat xwestin ku biryara nûkirina hilbijartinê bê betalkirin. Di daxwaznameyê de hate destnîşankirin ku biryarên lijneyên hilbijartinê yên navçe ûbajêr ne qanûnî ne. Di daxwaznameyê hat gotin ku dengên hatin şewitandin bi piraniya wê yên DEM Partiyê bûn û ji ber vê yekê divê biryara nûkirinê were betalkirin.