Meşa Curnê Reş: AKP diz e!

Gelê Curnê Reşê li dijî betalkirina hilbijartinê bi dirûşma “AKP diz e, YSK şirîkê wê ye” meşiyan.

MEŞA CURNÊ REŞ

Rêxistina DEM Partiyê ya Curnê Reş a Rihayê li dijî biryara nûkirina hilbijartinê, ji pêşiya buroya hilbijartinê heta pêşiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve meşiyan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Sînan Çîftyurek, Vezîr Parlak, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê û gelek kes tev li bûn.
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Curnê Reş li pêşiya buroya hilbijartinê bang li gel kirin û gotin ku 50 hilbijartin jî bên lidarxistin ew ê zîhniyeta AKP’ê têk bibin. 
 
Piştre jî girse bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Xelkê Curnê Reş ranezê xwedî li vîna xwe derkeve”, "Bijî îradeya gelê Kurd", “AKP diz e, YSK şirîkê wê ye” hatin berzkirin. 
Esnaf û welatiyên derdorê jî piştgirî dan çalakvanan. Bi sedan kes li pêşiya lijneyê kom bûn. Parlamenter Aydenîz li vir axivî û binpêkirinên AKP-MHP’ê yên di hilbijartinê de vegot. Aydenîz şewitandina dengan a ji hêla AKP’iyan a li Curnê Reş bi bîr xist û got ku niha hewl didin bi destê karmendên YSK’ê bi ser kevin. Aydenîz got ku îradeya xelkê Curnê Reş zelal e û dê di 2’yê hezîranê de jî bersiva pêwîst were dayîn.