DEM Partî ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da

DEM Partî ji bo betalkirin û nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nûkirina hilbijartina li Qersê ku îradeya gel hat desteserkirin û sextekarî û bêhiqûqî bi "hilbijêrên hatin veguhestin”, di 2’yê Nîsanê de serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Dema îtîraza Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hat redkirin, duh serî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da. Di ser serlêdanê de 24 saet derbas nebû, lijneya bajêr jî serlêdan red kir. DEM Partî vê carê jî bi hinceta ku li Dibistana Navîn a Ataturk a taxa Cumhuriyetê di 18 sindoq, li taxa Fevzî Çakmak jî 5 sindoqên dengdanê de dengên hilbijêrên veguhestî hatine bikaranîn û ev jî bandor li ser hilbijartinê kiriye serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. 

3 HEZAR 842 LEŞKER Û POLÎS DENG BIKAR ANÎN

Li gorî encamên nefermî, di hilbijartinên li navenda Qersê de MHP’ê 16 hezar û 384 û DEM Partî jî 13 hezar û 120 deng standin. Di navbera her du partiyan de 3 hezar û 264 ferq heye. DEM Partiyê tespît kir ku 3 hezar û 842 leşker û polîs ji derve anîne bajêr.

Li Dibistanên Amadeyî yên Cumhuriyet, Ataturk û Fevzî Çakmak, leşker û polîsên ji derve hatin bi girseyî deng dan. Hat diyarkirin ku ji 120 hilbijêrên ku li Dibistana Navîn a Ataturkê qeyda sindoqê ya jimare 1042 qeyd kiribûn. ji bilî yekî, hemû hilbijêrên din ji bajarên din anîbûn. Hat diyarkirin ku ji 120 hilbijêran 119 hilbijêr ji bajarên Rojava, li navçeya Qaxizman a Qersê jî qeyda kesekî heye.