YSK: Biryara dadgehê ya der barê Zeydan de ji nirxên hiqûqî bêpar e

YSK'ê di hinceta biryara xwe ya der barê  Abdullah Zeydan de diyar kir ku biryara dadgehê “ji nirxên hiqûqî bêpar e û betal e" û mafê hilbijartinê yê Zeydan heye.

Lijneya Bilind a Hilbijaritnê (YSK) der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê ku duh piştî îadekirina mafên wî mazbata xwe wergirt, hinceta biryara xwe eşkere kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Biryara bi dîroka 29/3/2024 a Dadgeha Cezayên Giran a Amedê her çend ku çi hukmê wê nebe jî, bi vî halê xwe hêj teqez nebûye. Her çend bi awayekî şiklî jî be, li gorî pêvajoya hilbijartinê hatiye ragihandin û qebûlkirin. Ji ber ku biryara teqezbûyî ya derheqê îadekirina van mafan de hebû, ji 31’ê Adara 2024’an ve dikare were hilbijartin.”