'Em ê Curnê Reş careke din qezenç bikin'

Li Curnê Reş biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin. Hevşaredar Garîb Yeşîl diyar kir ku wê dest jê bernedin û bi berxwedanê Curnê Reş jinûve bi dest bixin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Tirkiye û Kurdistanê nîqaşên li ser encamên hilbijartinên xwecihî dewam dikin. AKP'ê bi taybetî li hin deverên ku DEM Partî lê bi ser ket îtiraz kir û hewl dide encamên hilbijartinê biguherîne, yan jî radestkirina mazbatayê dereng bixîne. Li navçeya Curnê Reş a Rihayê jî li ser îtiraza AKP'ê biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin.

Di hilbijartinên 2019'an de bi hîleyan, şewitandina dengan û bikaranîna dengan bi rengê blok AKP'ê ragihandibû ku li Curnê Reş bi ser ketiye. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de li gel hilbijêrên veguhestî û bikaranîna dengên blok jî DEM Partiyê ji sedî 33.20 ê dengan wergirt û bi 3 pûanan ji AKP'ê zêdetir li Curnê Reş bi ser ket. Desteya Hilbijartinê ya Bilind îtiraza AKP'ê ya li encamên hilbijartinê qebûl kir û biryar da ku li Curnê Reş hilbijartin jinûve bê kirin.

Li gorî vê yekê wê hilbijartin di 2'ê Hezîrana 2024'an de pêk were. Beriya hilbijartinên nû AKP dest bi kar kir ku karibe dengên partiya Yenîden Refahê bi dest bixe. Hevşaredarê Curnê Reş Garîp Yeşîl rewşa li Curnê Reş ji ANF'ê re nirxand.

Garîp Yeşîl anî ziman ku Curnê Reş bi taybetî di dîroka têkoşînê ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e û destnîşan kir ku jinûve qezençkirina Curnê Reş ne tenê serketineke şaredariyê ye. Garîp Yeşîl got, "Curnê Reş di feraseta şaredarîvaniyê ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Ji aliyê têkoşîna azadiyê ya Kurdan ve jî Curnê Reş bajarekî gelekî girîng e. Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdan de, di demekê de ku li nava Kurdan sîstema axatiyê û mejiyê feodal li pêş bû, xelkê Curnê Reş bi roleke girîng rabû û li hemberî vê sîstemê îradeyeke xurt nîşan da. Piştî 45 salan jinûve bidestxistina Curnê Reş nîşaneya îradeya gelekî ye ku ji mejiyê desthilatdariyê yê 45 salan westiya ye."

Garîp Yeşîl ragihand ku li Curnê Reş ji bo astengkirina têkoşînê gelek tişt hatin kirin û got, "Di demekê de ku têkoşîna Kurdan gihîşt asta bilind, ji bo astengkirina belavbûna Kurdan û têkoşîna me ya azadiyê gelek kar kirin. Em zanin ku li Curnê Reş mejiyê feodal di kêliya xwe ya dawî de ye. AKP naxwaze ev mejî tine bibe. Mejiyê AKP'ê ji guhertin û veguhertinê ditirse, lewma naxwaze Curnê Reş ji me re bihêle."

'PIŞTÎ 45 SALAN GEL CAREKE DIN BERÊ XWE DA DEM PARTIYÊ'

Garîp Yeşîl diyar kir ku Curnê Reş piştî 45 salan careke din berê xwe da DEM Partiyê û got, "Di rewşa heyî de em nikarin qala rêvebiriyeke demokratîk, maf, hiqûq û hiqûqî bikin. Wan mînakeke mezin a vê yekê ye. Tevî ku bi 4 qatî ji AKP'ê zêdetir deng wergirt, mazbata dan partiya duyemîn. Lewma wergirtina şaredariyê bi dengekî zêde ne xema desthilatdariyê ye. Ji ber ku pêvajoya hiqûqî bi rengekî rast nameşe, ev pêvajo li gorî dilê AKP'ê dimeşe. Li hemberî neheqiyên bi vî rengî tenê bi xwedîderketina li îradeya gel têkoşîn dikare bê meşandin."

'EM Ê DEST JÊ BERNEDIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN Û JINÛVE BI DEST BIXIN'

Garîp Yeşîl destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî wê li ber xwe bidin, bixebitin, îardeya gel ti carî teslîm nekin û got, "Li Xelfetiyê ji ber vê yekê xwedî heman girîngiyê ye. Ji ber ku warê Birêz Ocalan e di nava gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Haya AKP'ê ji vê girîngiyê heye. Em bawer dikin ku bi îradeyeke xurt em ê jinûve bi dest bixin. Ji niha û pê ve bêguman em ê dest jê bernedin û berxwedanê dewam bikin. Bi wergirtina Curnê Reş em ê têkoşîna demokratîk dewam bikin û xwedî li îradeya gel derkevin. Gelê me jî bi me re ye, ev yek hêzeke mezin dide me."