HEVPEYVÎN

Îrmez: Ti rewabûna hîlekaran li Şirnexê nîne

Parlementerê Şirnexê Îrmez, diyar kir ku gelê Şirnexê bi awayekî zelal îradeya xwe nîşan daye û mezbateyê daye namzetên DEM Partiyê û got, “Ti rewabûna yên ku bi hîleyan li wan kursiyan rûniştine, nîne."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, anî ziman ku wan bêhiqûqî û zordestiya li ser bingeha hîleyan derketiye holê teşhir kirine û got ku piştî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ew ê rasterast ji bo YSK’ê pêvajoya îtîrazê bidin destpêkirin.

Îrmez, diyar kir ku di dîmenan de jî bi awayekî eşkere derket holê ku bi hezaran leşker anîne Şirnexê ji bo desteserkirina vîna gel û got, “Tevî gelê xwe me nerazîbûn nîşan da. Ev nerazîbûnek rewa û pêwîst bû. Me diyar kir ku veguhestina van dengan versiyoneke din a sîstema qeyûm e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê helbet dizane ku wê teqez winda bike, ji ber vê serî li rêbazên wisa da. Li dehan şaredariyên me qeyûm tayîn kirin. Tevî van hemûyan jî gelê me li ber xwe da û li dijî rejîma qeyûmê îtîraza xwe bi sekneke zelal û dengek bilind raber kir. 52 hezar personelên leşkerî veguhestin Kurdistanê, hesabên matematîkî hatin kirin û bi rengekî stratejîk û sîstematîk li herêmên lê deng didan hatin bicihkirin. Li Şirnexê rêjeya dengan a DEM Partiyê di navbera ji sedî 60 û 65’an de ye. Şirnex ew cih e ku em bi hêsanî dikarin di hilbijartinê de lê bi ser bikevin. Lê belê li gorî wê hesab hat kirin û leşker û polîs veguhestin wir.”

Îrmez, da zanîn ku rewşa li Şirnexê ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyeyê, li tevahiya cîhanê teşhir bûye û wiha domand, “Di rastiyê de di sala 2019’an de jî Şirnex di aliyê veguhastina hilbijêran de navendek diyar kirîbû. Me wê demê jî pir anî ziman, îtiraz kir, lê ewqasî deng veneda. Destekek ewqas xurt negirtibû. Mîna ku tenê îdîaya me ye, wisa hat destgirtin. Bê guman bandora medyaya civakî jî heye. Me bi awayekî zelal teşhir kir. Bi awayekî eşker leşker anîn vî bajarî. Her kes bû şahidê vê rewşê û neçar mane ku tercîheke exlaqî bikin. Li vir jiyan bi berxwedanê derbas dibe, rastiya gelê me ev e, lê kes nikarîbû li hemberî tiştên piştî wan dîmenan qewimîn bêdeng bimîne. Me teşhîr kir û her kesên alîgirên demokrasiyê, neçar man helwestê nîşan bidin. Ev rewş ji bo Wanê jî wisa ye. Desthilatdarî ji ber ku dizane dawiya wê tê, bi bêperwetiyek mezin êrîş dike. Her tişt li ber çavan e.”

Îrmez, anî ziman ku piştî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ew ê rasterast ji bo YSK’ê pêvajoya îtîrazê bidin destpêkirin û ev tişt got, “Heta em mafê xwe bi desst bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di qadên hiqûqî, siyasî û rêxistinî de wê hewldanên me berdewam bikin. Moralê gelê me di cih de ye, dixwazim bi taybetî vê rewşê bînim ziman. Heta dawiyê xwedî li namzetên xwe derketin. Kî bi ser ketiye eşkereye. Gelê me bi awayekî zelal vîna xwe nîşan dane. Ti rewabûna yên ku bi hîleyan li wan kursiyan rûniştine, nîne. Gel diyar dike ku, heta encam digirin wê mîna gelê Wanê li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin. Ji xwe gumanê me ji vê yekê qet nîne.”