7 AKP'yiyên pûsûlayên dengan şewitandin hatin girtin

Ji xizmên namzetê AKP'ê Aslan Alî Bayik 7 kesên ku li navçeya Curnê Reş pûsûlayên dengan şewitandin, hatin girtin.

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê 7 kesên pûsûlayên dengan di dema hilbijartinên xwecihî de şewitandin, hatin girtin. 13 kesên ku xizmên namzetê AKP'ê yê şaredariyê Alî Aslan Bayik jî di nav de bûn û 2'ê Nîsanê hatin binçvaikrin, doh bi şev sewqî edliyeyê hatin kirin. 7 kes hatin girtin, 6 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di nava kesên hatin girtin de biraziyê Alî Aslan Bayik ê AKP'yî û namzetê rêza destpêkê ya meclîsa şaredariyê Sabrî Îzol û biraziyên wî Necîp Bayik, Bedîr Bayik û Mahmût Bayik jî hene. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Girtî ya bi Hejmara 2 a Sêweregê.

Hate ragihandin ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hatiye danîn.