Dewleta Tirk a ku bi awayekî sîstematîk cihên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, vê carê jî di 20’ê Tîrmehê de turîstên Ereb ên li gundê Perex ê Zaxoyê bombe kirin.
Di êrîşê de 9 tûrîstên ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn.
Piştî vê komkujiyê li Iraqê bertekek mezin çêbû. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi awayekî awarte êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. Wezareta Derve, bang li balyozê Tirkiyeyê kir, Encûmena Asayîşa Netewî jî bang kir ku bila hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê vekişin.
Doh danê êvarê li gelek bajaran bi taybet li Bexdayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Alaya Tirk a li ser banê Sefaretxaneya Tirk ji aliyê çalakgeran ve hate daxistin. Li Kerbelayê li ber navenda vîzeyê çalakiyek hat lidarxistin û ala Tirkiyeyê hat şewitandin.
Parlamenterên Iraqê jî bang li parlamentoyê kirin ku civîneke awarte pêk bînin. Di daxuyaniya hevpar de 91 parlementeran daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Sererkanê Giştî kirin ku di civîna awarte de amade bin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan sûcê şer dike û qanûnên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.