Li Pakistanê keştî noqav bû: Herî kêm 50 kes mirine û winda bûne

Li Pakistanê di serê hefteyê de keştiyek noqav bûbû. Di keştiyê de berbûk hebûn. Li gorî rayedaran 50 kes mirine û winda bûne.

Ji heman malbatê nêzî 100 kes di keştiyê de bûn. Keştî duşema borî dema çemê Îndûs a li navçeya Sadikabad a wîlayeta Pencabê derbas kir, noqî avê bû.

Rayedaran diyar kirin cenazeyê 26 kesan dîtine û evqas kes jî winda ne.

Tê diyarkirin du roj ji ser noqavbûna keştiyê derbas bûye û êdî derfet tuneye ku kesên winda saxî bibînin.

Tê diyarkirin mêrên ku bi avjeniyê dizanibûn xwe rizgar kirine û bi çavekî baş lê nayê nihêrtin ku jin hînî avjeniyê bibin.