Li Haîtiyê komên çete bi hev ketin: Herî kêm 89 kes mirin

Li paytexta Haîtî Port-aû-Prînce, du komên çete bi hev ketin. Di encamê de bi dehan kes mirin. Krîza mirovî ya ji ber vî şerî jî giran bû.

Li paytexta Haîtî Port-aû-Prînceyê, ku buhayê xurekê zêde bûye û sotemenî zû bi zû bi dest nakeve, 2 komên çete ji Pêncşema derbasbûyî û vir ve bi hev ketine. Di vî şerî de ku çekên otomatîk jî têne bikaranî, di nava hefteyekê de bi dehan kes hatin kuştin.

Tevna Parastina Mafên Mirovan a Neteweyî bi daxuyaniyekê got, "Herî kêm 89 kes hatin qetilkirin, 16 kes jî winda bûn." Li gorî tevna mafên mirovan 74 kes jî bi kêr û çekê birîndar bûn. Polîs dest li vî şerî wernadin. Hin kes li mala xwe jî bûn hedefa fîşekan.

Her wiha destûr nayê dayin ku alîkariya mirovî bigihêje herêmê. Doktorên Sînornenas ji bo parastina sivîlan bang kirin. Ji doktoran Mûmûza Mûhîndo anî ziman ku li ser rêya ber bi taxa 'Cite Soleil'ê wan gelek cesed dîtine û got, "Qadeke şerekî rasteqîn e."

Bi dehan sal in li taxên xizan ên paytextê, komên çete yên bi çek serwer in. Lê belê ji payîza 2020'î û vir ve hewl didin kontrola xwe ya li ser bajarê û tevahiya welêt belav bikin, dest bi kuştinê û revandina mirovan kirin.

Li gorî Navenda Lêkolîn û Analîzê ya Mafên Mirovan meha Gulanê herî kêm 118 kes ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Meha Hezîranê jî 155 kes hatin revandin.

Kesên ku dikarin ji welêt birevin xwe li Komara Domînîk an jî DYE'yê digirin.

Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê ku saziyek ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, li Haîtî ya ku nifûsa xwe 11 milyon kes e, nîvê nifûsê ji xwarineke têrker bêpar in. Pêwîstiya 1.3 milyon mirovî jî bi alîkariya lezgîn a mirovî heye.