Li Sûdanê di şerê qebûleyan de herî kêm 60 kes mirin
Li eyaleta Nîl a Şîn ku li ser sînorê Sûdan û Etiyopyayê ye, ji serê hefteyê ve herî kêm 60 kes mirin û 163 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Nîl a Şîn ku li ser sînorê Sûdan û Etiyopyayê ye, ji serê hefteyê ve herî kêm 60 kes mirin û 163 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên xwecihî ragihandin ku şer roja Duşemê li ser nelihevkirina axê di navbera qebîleyên Hawsa û Bartî de li navçeyê Qisanê derketiye.
Li eyaleta Nîl a Şîn di rojên dawî de ji ber şer bi dehan malbat neçar man malên xwe biterikînin.
Wezîrê Tenduristiyê yê eyaletê Cemal Nasser ragihand ku herî kêm 60 kes mirine û 163 jî birîndar bûne.
Wezîr diyar kir, ku rewşa 13 birîndaran giran e û wê rakin nexweşxaneyên li paytext Hartûmê.
Rayedarên herêmî ji bo rewşê bixe bin kontrolê, xwestin hêzên teqwiyê bişînin navçeyê. Rayederan diyar kirin, ku gelek kes di nav de birîndar jî xwe li qereqolên polîsan girtin.
Dema leşker şandin herêma şer, ji danê êvarê ve qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Rûspiyekî qebîleya Hawsa ji AFP’ê re got, wan dixwest ku rêveberiyek herêmî were damezrandin da ku çavdêriya gihîştina axê bike, lê qebîleya Bartî red kir.
Li aliyê din qebîleya Bartî diyar dike, ku xaka wan ji aliyê qebîleya Hewsa ve hatiye binpêkirin. Ji bo vê jî tê gotin ku eger rêveberiyek bê avakirin divê tenê ji Bartiyan pêk were.
Sefîrê Sûdanê yê Neteweyên Yekbûyî Volker Perthes, banga rawestandina şerê li dijî hev kir û got "Ji bo jiyanek hevbeş û aştiyane pêk were divê tedbîrên berbiçav werin girtin.”
Ji sala 1983’an û vir ve li eyaleta Nîl a Şîn tevgereke serhildanê heye. Tevgera gerîla ya li vê herêmê ku di sala 2019’an de bi serhildaneke gel dîktatoriya Omer El-Beşîr hate hilweşandin, demeke dirêj weke pirsgirêk dihat dîtin.
Li gorî pispor dibêjin, valahiya ewlekarî ya ku ji hêla darbeya bi rêveberiya fermandarê leşkerî yê berê General Abdul Fattah al-Burhan ve di Cotmeha sala borî de çêbû, bû sedema vejîna tundûtûjiya qebîleyên li welat. Her sal bi sedan sivîl di şerê navbera şivan û cotkaran de ji bo gihîştina av û xakê jiyana xwe ji dest didin.