Hikûmeta Şamê têkiliyên xwe yên bi Ûkraynayê re qut kir

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku, li gorî prensîba beramberiyê wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên bi Ukraynayê re qut kirine.

Ûkrayna, piştî ku hikûmeta Sûriye serxwebûna komarên alîgirên Rusyayê nas kir, di meha Hezîranê de têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Şamê re qut kiribû.

Hikûmeta Sûriyeyê jî di 20’ê Tirmehê de ragihand ku wan têkiliyên xwe bi Ûkraynayê re qut kirine.

Li gorî ajansa nûçeya fermî ya Sanayê çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve wiha gotiye: “Komara Ereb ya Sûriyeyê li hember biryara hikûmeta Ûkraynayê û li gorî prensîba beramber, têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Ûkraynayê re qut kiriye.”

Serokkomarê Ûkraynayê Vlodîmîr Zelenskîy, di 29’ê Hezîranê de bi daxuyaniyeke ragihandibû ku wan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Şamê re qut kirine.

Hikûmeta Şamê di sala 2014’an de serxwebûna komarên Donetsk û Luhansk ku xwe weke komareke bê aligîr ragihandibûn, nas kiribû.

Hikûmeta Sûriyeyê jî di sala 2018’an de serxwebûna Abhazya û Osetyaya Başûr nas kiribû.

Biryara herî dawî jî rastî civîna li Sûriyeyê hat, ku di 19’ê Tirmehê de di navbera Serokkomarê Rusyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû kirin.