Kazimî û Bîden li Cidde civiyan

Li Erebîstana Siudî Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê li hev civiyan, li ser gelek xalan li hev kirin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Bîden beriya Civîna Ewlekarî û Geşepêdanê ya Ciddeyê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û têkiliyên di navbera Washîngton û Bexdayê de, proseya siyasî ya li Iraqê û rewşa navçeyê guftûgo kirin.

Ji bilî Ûrdûnê, welatên Konseya Hevkariya Kendavê, Emerîka, Misir û Iraq di Civîna Ciddeyê de li hev dicivin. Tê gotin ku wê di civînê de pêşketinên herêmî û navneteweyî bên guftûgokirin.

Biryare Serokê Emerîka Joe Bîden di Civîna Ciddeyê de bi serokê 6 welatên Konseya Hevkariya Kendavê (GCC) re bicive. Her wiha wê rêyên berfirehkirina hevkariyên di navbera welatên beşdar de bi taybetî di warê aborî de bên guftûgokirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo tevlî civîna Ciddeyê bibe çû Erebîstana Siûdî û bi Welîahdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re rûnişt.

Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî, Wezîrê Derve Fuad Hisên, Wezîrê Darayî Elî Elawî, Wezîrê Neftê Îhsan Ebdulcebar, Wezîrê Bazirganî Elî Cibûrî û Wezîrê Elektrîkê Adil Kerîm di heyeta Iraqê de cih girtin.

Di çarçoveya hevdîtina di navbera Kazimî û Bîden de jî gelek biryar hatin dayîn.

LI SER GELEK BIRYARAN LI HEV KIRIN

Di civîna navbera Serokwezîrê Iraqê Mûstefa El Kazimî û Serokê DYE’yê Jeo Bîden de bal hat kişandin li ser têkiliyên hevbeş ên di navbera her du welatan de.

Di civînê de zêdetir girîngî li ser bihevrebûna hevbeşa a nava her du welatan a li ser esasê stratejiya hevbeş û bi taybetî têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞ’ê hat dayîn.

Xaleke din a ku li ser hemfikir bûn ew e ku girîngiyê bidin hikûmeta nû ya Iraqê û dîsa rêz ji demokrasiya serbixwe re bê girtin. Her wiha Bîden qala girîngîdayîna Emerîka ya ji bo avakirina Iraqê û dîsa pêşketina serweriya Kurdistanê jî kir.

Her wiha yek ji xala din ku hem Kazimî û hem jî Bîden li ser wê lihevkirin girêdayî lihevkirinên stratejîk ên têkiliyên aborî, rewşenbîrî û ewlehiya navbera herdu welatan bû.

Dîsa bal hat kişandin ser xurtkirina dezgehên demokratîk ên Iraqê ku aramiyê li welat bide avakirin.

Her du aliyan li ser mijara ewlehiya leşkerî ya li dijî terorê li hev kirin ku peywendiyên xurt di navbera wan de hebe.

Her wiha bal kişandin li ser rola herêma Iraqê ya taybet di mijara baweriyê ya di navbera welatên li herêmê de.

Bîden ji hêla xwe ve spasiya hewldanên dîplomasiyê yên Kazimî yên ji bo beralîkirina aramiya rewşa heyî kir.

Her du welat bal kişandin ser têkoşîna li dijî gendeliyê û xurtkirina baweriya bi saziyên Iraqê û xurtkirina aboriyê.

Bîden her wiha pesna hevkariya Kazimî ya ji bo lidarxistina civîna Erebistana Siûdî û Îranê ya li Bexdayê da û kar û xebatên dîplomatîk ên Kazimî ji bo aramkirina navçeyê û peywendiyên di navbera Iraq, Urdun û Misrê de ku ji aliyê Emerîka ve tên piştgirîkirin, baş nirxand.

Di çarçoveya lihevkirina dîrokî de ya di navbera Iraq û Desteya Peywendiyên Kendavê de wê li ser peydakirina enerjiyê ji bo Iraqê jî nîqaş bên kirin.

Ji aliyê xwe ve serokwezîr Kazimî piştrast kir ku wê di mijara nêzîkkirina cîran û dostên Iraqê ji bo derbaskirina pirsgirêk û dabînkirina aramiya mayînde ya li herêmê karê xwe berdewam bike.