Di tûra pêşîn a ji bo serokatiya Partiya Mûxafazakar a Îngîlistanê de Rîshî Sûnak bû yekemîn
Di tûra pêşîn a ji bo serokatiya Partiya Mûxafaza kar a Îngîlistanê de Rîshî Sûnak bû yekemîn. Wê tûra duyemîn û belkî jî ya sêyemîn jî were kirin.
Di tûra pêşîn a ji bo serokatiya Partiya Mûxafaza kar a Îngîlistanê de Rîshî Sûnak bû yekemîn. Wê tûra duyemîn û belkî jî ya sêyemîn jî were kirin.
Li Îngîlistanê piştî ku Serokwezîr Borîs Johnson ji serokatiya Partiya Mûxafazakar îstîfa kir, di nav parlementerên partiyê de dengdanî hate kirin. Ji nav 8 namzetan 6 namzet di dengdana pêşîn de bi ser ketin.
Wezîrê berê yê maliyeyê Rîshî Sûnak 88, Penny Mordaûnt 67, Lîz Trûss 50, Kemî Badenoch 40, Tom Tugendhat 37, Sûella Braverman jî 32 deng stend. Ji bo serokatiya partiyê heşt namzet hebûn û divê her namzet kêmanî 30 deng bistenda.
Nadhîm Zahawî yê ku Kurdekî ji Bexdayê bû 25 û Jeremy Hunt jî 18 deng stendin û nekarîn tevlî tûra duyemîn bibin.
Wê tûra duyemîn roja Pêncşemê were kirin. Heke pêdivî pê hebe wê tûra sêyemîn jî di 18’ê Tîrmehê de were kirin.
Tê payîn heta 21’ê Tîrmehê du namzet werin diyarkirin. Piştre 160 hezar endamên Partiya Mûxafazakar wê ji bo serokatiya partiyê û serokwezîriyê dengê xwe bidin. Wê encam di 5’ê Îlonê de were eşkerekirin.