Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
Di salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan.
Di salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan.
Tirkiye, Îran û Rûsya yên ku xwe wekî garantorên pêvajoya Astanayê diyar kiribûn, li Tehranê civiyan.
Civîna pêşîn di navbera Îran û Tirkiyeyê de hate kirin. Ev civîna wan a heftemîn e. Di vê civînê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hate dayîn û tê payîn peymanên dualî îmze bikin. Lê nayê zanîn ku di civînê de li ser çi axivîne.
Piştî vê civînê wê di çarçoveya Pêvajoya Astanayê de civîna heftemîn a serokan were kirin. Wê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî tevlî civînê bibe.
Serokê olî yê Îranê Alî Hamaney jî bersiv da gefên dagirkeriyê yên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan.
Li gorî daxuyaniya fermî Hamaney ji Erdogan re gotiye “Wê operasyona leşkerî ji bo Sûriye, Tirkiye û herêmê ne baş be. Divê Îran, Tirkiye, Rûsya û Sûriye pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin.”
Hamaney got “Divê em li hemberî terorîzmê bin lê êrîşeke li Sûriyeyê wê bi kêrî terorîstan were.”