Di navbera DYE û Îsraîlê de deklarasyona ‘şirîkatiya stratejîk’

Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd ‘Deklarasyona Qudûsê ya li ser şirîkatiya stratejîk a di navbera DYE û Îsraîlê de’ îmze kirin.

Roja pêncşemê di navbera Serokê DYE’yê Joe Bîden û Serokwezîrê Îsraîlê Deklarasyona Qudûsê hate îmzekirin. Di deklarasyonê de tê diyarkirin ji bo pêşiya Îranê bigirin ku nikaribe bombeya atomê bi dest bixe, ‘ew amade ne hemû hêmanên di nav hêza neteweyî de bi kar bînin’.

Bi wesîleya serdana Bîden a li Rojhilata Navîn di navbera her du welatan de li Qudûsê peymanek hate îmzekirin.

Îran a ku her dem tê sûcdarkirin çekên nukleer bi dest bixe, îddîa dike ku armanceke wê ya wisa tune.

Dema ku di navbera DYE û Îranê de li Viyanayê li ser nukleerê muzakere dihate kirin, ev serdan hate kirin.