Zamlî: Herî kêm milyonek kes tevlî nimêja Înê ya girseyî bûn

Yek ji endamên desteya amadekar a nimêja Înê ya girseyî Hakim Zamlî ragihand: “Em girêdanbûna xwe ya bi perspektîfên Seyîd Sedr destnîşan dikin û bêyî nîqaş pêk tînin.”

Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr daxwaz ji welatiyên Iraqê kir ku nimêja vê Înê bi awayeke girseyî bikin. Buroya Seyd Sedr jî di vê çarçoveyê de bang li welatiyên Iraqê kiribû ku nimêja vê Înê wê li bajarê Sedr li navenda paytext Bexdayê bi awayekî girseyî were kirin.

Piştî daxwaza Muqteda Sedr bi sed hezaran welatiyên Iraqê ji hemû bajar û navçeyên Iraqê ber bi Meydana Sedr a li bajarê Sedr ve ketin rê. Li gorî gotina Hakim Zamlî herî kêm milyonek kes tevlî nimêjê bûn.

Di nimêja înê de peyama Sedir ji aliyê Mehmud Ceyaş ve hate xwendin û hate gotin; “Ez naxwazim komkujiyên hatine jiyankirin dubare bibin û siyasetek wisan were meşandin ku ev komkujî carek din dubare nebin.”

Sedir di dewama peyama xwe de got; “Eger hun bixwazin hikumetê ava bikin, wê demê girêdayî derxistina dagirkeran bin. Gava yekemîn ya aliyên dixwazin hikumetê ava bikin ewe ku dest bavêjin gendelkaran. Divê hemû komên çekdar werin hilweşandin, divê Heşdî Şeebî jî ji nû ve were rêxistinkirin û ji destwerdana derve dur be.”

Sedir di peyama xwe de balkêşa ser namzetiya ji bo serokwezîrtiya Iraqê û got; “Ez naxwazim carek din kesên berê vegerin û karesata kevin dubare bibe.”

Tevgera Sadr di parlementoyê de ya ku 329 kursî lê hene, 73 kursî bi dest xistibû û di 12’ê Hezîranê de ji parlementerên xwe xwestibû ku bila îstîfa bikin.