Cîgirê Serokê rêxistina alîkariyê MANÛ a ya NY’yê Markûs Potzel di civîna ji bo çapemeniyê de got: “Xeternak bûyîna encamên rapora me înkar nabin.“
Talîban, ji meha Tebaxê ya sala 2021’î ku hatiye ser desthilatdariyê binpêkirinên ku dike înkar dike.
Li gor rapora ji aliyê MANÛA’yê ve hat weşandin, 160 bêyî darizandin hatine kuştin, 56 êşkence û pêkanînê xerab bûne û zêdeyê 170’yî kes bi kêfa hatine girtin û destgîr bûne. Hat diyarkirin ku pirê van binpêkirinan li endam û hêzên ewlehiyê yên hikûmeta berê hatine kirin.
Di raporê de tê derbirîn ku rêbazên êşkenceyê yên herî pir tên bikaranîn, lêdana bi pihîn, kulm û sîle, kablo ya jî boriyan û êşkence kirina bi elektrîkê ne.
MANÛA’yê bi belge kir ku Talîban ji ber ku neçûne mizgeftê zêdeyê 200 kes bi cezayên zalimane, dijmirovî ya jî ji bo biçûxistinê ceza kirine û li zêdeyê 100 kesan xistiye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di serî de kuştin û dest dirêj kirina jin û zarokên qîzîn û zewicandina bi zorê ya zarokan jî di nav de 87 bûyerên şidetê qewimîne. Her wiha hat ragihandin ku du kes ji ber “meseleya namûsê“ hatine kuştin lê ev kuştin di nav pergala edlî ya fermî de nehatine tomarkirin.