Li Srî Lankayê di protesteyan de kesek mir, 84 kes jî birîndar bûn
Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl Wîckremesînghe bû serokê dewletê yê demdemî xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van çalakiyên protestoyê de kesek mir û 84 kes jî birîndar bûn.
Li Srî Lankayê piştî ku Ranîl Wîckremesînghe bû serokê dewletê yê demdemî xwepêşandan hatibûn destpêkirin. Di van çalakiyên protestoyê de kesek mir û 84 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe di rojên borî de diyar kiribû ku aboriya welat hilweşiyaye û piştre çalakiyên protestoyê hatibûn destpêkirin. Piştî ku serokê dewletê Gotabaya Rajapaksa ji welat derket û Wîckremesînghe li şûna xwe peywirdar kir, çalakiyên protestoyê dîsa dest pê kir.
Çalakvanan duh girtibûn ser ofîsa serokwezîriyê û hate diyarkirin di van çalakiyên protestoyê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 84 kes jî birîndar bûne.
Hikumetê jî ji 13’ê Tîrmehê saet 12.00’an heta 14’ê Tîrmehê saet 05.00’an jî qedexeya derketina derve îlan kiribû.