Iraqê bang li dewleta Tirk kir ku ‘hemû hêzên xwe ji Iraqê vekişîne’

Desteya Ewlekariya Mîllî ya Iraqê ku piştî qetlîama dewleta Tirk li gundê Perex a Zaxo kirî û şûnde kom bû, piştî civînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe ji Iraqê vekişîne kir.

Piştî komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxoyê Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate weşadin. Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin bi awayeke fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişe.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê ji ber komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê bi lez civiya û hin biryarên nû li dijî Tirkiyeyê girt.

Di derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin êrişa ku li seyrangeha Zaxo pêkhatî û welatiyên sivîl bûne qurbanî bi zimanek herî tûnd şermezar dikin.

Di civînê de 8 biryar hatin girtin ku ew jî wihane;

– Konseya Ewlekariyê wezareta karên derve erkdar kir ku dosya di derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya  Netewên Yekbûyî bike.

– Wê Wezareta Karên Derve ya Iraqê balyozê Tirkiye yê Iraqê bang bike û di derbarê cezayan de agahdar bike.

– Anîna berpirsê karûbarên Iraqê li Enqere bi mebesta şêwirînê. Her wiha ragirtina şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.

– Erkdarkirina fermandarê operasyonên hevbeş ji bo pêşkêşkirina raporek li ser rewşa sinorê Iraq-Tirkiyeyê.

– Lêkolîna derbarê rewşa qurbaniyên êrişê û malbatên şehîdan her wiha tanzîmata wan.

– Wê li gel hikûmeta Herêmê hemahengî çêbe ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan û girtina tedbîrên çarenûsaz.

– Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayek fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişe.

– Konseya Ewlekariyê carek din dubare dike nabe ku xaka Iraqê bibe qada êrişkirina ser her welatek û bi safîkirina hesaban. Her wiha bi tûndî hebûna her rêxistinek terorîst yan grubek çekdar li ser xaka Iraqê red dike.