Serokwezîra Estonyayê Kallas ji bo avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê îstifa kir
Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas ji bo avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê îstifa kir.
Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas ji bo avakirina hikûmeta nû ya koalîsyonê îstifa kir.
Kallas li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku beriya ku hikûmeta nû bê avakirin divê hikûmeta heyî îstifa bike.
Kallas di peyama xwe de got, "Ez ê hikûmeta nû ava bikim. Li gorî destûra bingehîn min îstifakirina hikûmeta heyî ragihand. Min pêşniyar kir ku roja Înê parlemento bi awayekî awarte bicive. Ji bo hikûmeta nû ya koalîsyonê ez ê daxwaza rayeyê bikim.”