Iraqê nerazîbûn nîşanî zexta 'avê' ya Tirkiyeyê da
Iraq ku li ber ziwatiyê ye, ji Tirkiyeyê xwest ku hîn bêhtir avê berde tejaneya jorîn a çemên Dîcle û Firatê.
Iraq ku li ber ziwatiyê ye, ji Tirkiyeyê xwest ku hîn bêhtir avê berde tejaneya jorîn a çemên Dîcle û Firatê.
Dewleta Tirk demeke dirêj e avê weke çekekê li dijî cîranên xwe bi kar tîne. Iraq yek ji pênc welatan e ku li pêşberî germahiya global û bandora çolbûyînê herî zêde bêparastin e. Ji ber bendavên dewleta Tirk ku avê li ser Iraqê dibire, bandoreke hîn giran li vî welatî bûye.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yên Iraqê Mehdî El Hamdanî roja Şemiyê bi nûnerê taybet ê Serokkomarê Tirk ê li Iraqê Veysel Eroglû re bi dîmen hevdîtinek kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya hikumeta Iraqê, herdu rayedar li ser "rêjeya avê ya ji çemên Dîcle û Firatê têne Iraqê axivîne."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wezîr Hamdanî ji aliyê Tirk xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê yên heyî yên Iraqê, hîn bêhtir avê berde."
Li gorî heman daxuyaniyê rayedarê Tirk jî xizmetên avê yên li Enqereyê amade ye ku peyama 'li gorî rezervên heyî rêjeya avê ya ku tê berdan rojên bê zêde bike" bidin.
Herdu aliyan li hev kirin ku "heyeteke teknîkî ya Iraqê" ku xwedî erka "jinûve nirxandina rezervên avê" yên li bendavên li Tirkiyeyê ye, di demeke nêz de serdana Tirkiyeyê bike.
Ji ber barana kêm bariya, Iraq li ser hev sê salên ziwa derbas kir. Rayedaran li vî welatê ku nifûsa xwe 42 milyon kes e, zeviyên çandiniyê bi nîvî kêm kirin.
Li gorî nûçeyeka Ajansa Nûçeyan a Iraqê (ÎNA) ku roja Çarşemê weşand, rayedarekî Iraqî got, "Rezervên avê li gorî salek berê bi asta ji sedî 60 kêm bûye."
Rayedar anî ziman ku rêjeya ava heyî ya ji Dîcle Firatê tê, bi qasî ji sedî 35 ê rêjeya nîvekê ya ava di sed sala dawî de hatiye vî welatî.