Li Meksîkayê di goreke komî de cenazeyê 25 kesan hat dîtin

Li eyaleta Jalîsco a Meksîkayê di goreke komî de cenazeyên 25 kesan hate dîtin.

Li eraziyeke nêzî bajara Zapopan ê eyaleta Jalîsco a Meksîkayê goreke komî hat dîtin. Di gorê de cenazeyên 25 kesan di torbeyan de hate dîtin. Ev gor ji aliyê gelê herêmê yên ku li xizmên xwe yên winda digeriyan, hate dîtin. Rêveberên eyaleta Jalîsco ji bo lêgerîna li qadê, kepçe, dozer û ekîbên polîsan şandin herêmê.

Hate ragihandin ku gora komî îna borî hatiye dîtin û di kolandina ewil de cenazeyên 16 kesan hatine dîtin. Hat diyar kirin ku di encama lêkolînan de hejmara cenazeyan duh derketiye 25’an.