Parêzerê Iraqî giliyê Erdogan kir

Parêzerê Iraqî Hadî El Salamî ji ber êrîşa li Perexê ya Zaxo ku jin û zarok jî di nav de hatin qetilkirin, giliyê Erdogan kir.

Parêzerê Iraqî Hadî El Salamî piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Seyrangeha Perex a Zaxo ku 9 welatî hatin qetilkirin û şûnde giliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir.

Di belgeya mohra Konseya Darazê ya Bilind li ser de, ev hatiye gotin: “Li ber çavê hemû cîhanê, dewleta Tirk a di bin rêveberiya Erodgan de li Dihokê li hember sivîlên Iraqî komkujî pêk aniye, gelek welatî hatine şehîdkirin.”

Li ser vê yekê Parêzerê Iraqî Hadî El Salamî giliyê Erdogan kir.