Li Srî Lankayê gel ket avahiya serokwezîriyê
Li Srî Lankayê SerokwezîrêRanîl Wîckremesînghe wekî wekîlê serokkomar hate wezîfedarkirin, gel jî serhildana xwe didomîne û kete avahiya serokwezîriyê.
Li Srî Lankayê SerokwezîrêRanîl Wîckremesînghe wekî wekîlê serokkomar hate wezîfedarkirin, gel jî serhildana xwe didomîne û kete avahiya serokwezîriyê.
Piştî ku Serokkomar Gotayaba Rajapaksa ji aliyê gel ji qesra xwe hate qewirandin, li şûna wî Ranîl Wîckremesînghe hate wezîfedarkirin. Çend saet şûnde gel dora avahiya serokwezîriyê girt.
SEROKKOMAR JI WELAT REVIYA
Serokkomar Rajapaksa piştî ku ji qesra xwe hate qewirandin soza îstîfayê dabû û roja Sêşemê hewl da ji welat bireve lê bi ser neket. Serokkomar li balefirgehê asê ma û piştre bi balefirekê ji balefirgeha navneteweyî ya Colomboyê reviya. Li gorî rayedarên balefirgeha Maleyê balefir daketiye Maldîvê.
Serokê Parlementoyê diyar kir ku li şûna Rajapaksa yê ku reviyabû Ranîl Wîckremesînghe hatiye wezîfedarkirin. Ranîl ji artêş û polîsan xwest ku bila wî biparêzin lê yekîneyên leşkerî li hemberî gel vekişiyan û deriyê avahiya serokwezîr vekirî hiştin.
ÇALAKVAN KETIN AVAHIYA SEROKWEZÎRIYÊ
Gel kete buroyên serokwezîriyê û avahiya televîzyonê. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid li çalakvanan da. Gel dixwest divê tevî Rajapaksa Wîckremesînghe jî îstîfa bike.
Çalakvanek kete avahiya radyoya Rûpavahîniyê û got “Bi tenê wê agahiyên li ser çalakiyan werin dayîn.”