Serokê UNRWA’yê: Îsraîl nêzî 50 xebatkarê NY girtin û êşkence kirin

Serokê UNRWA’yê Philippe Lazzarini, ragihand ku ji destpêkirina şerê li Xezeyê û vir ve bêhtirî 50 xebatkarên UNRWA’yê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin û rastî muameleyên dervî mirovî hatine.

Serokê Ajansa Alîkariya Penaberên Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) Philippe Lazzarini, li ser platforma medyaya civakî X’yê daxuyaniyek da û got, “Xebatkarên me hatin derbkirin û weke mertalên zindî hatin bikaranîn.  Bêyî xew hatine hiştin, gef li wan hatine xwarin û zorê li wan hatî kirin ku îfadeyên nerast bidin. Ev pêkanîn bûyerek dij mirovî ye û sosret e.”

Lazzarini, diyar kir ku di nava kesên hatine ragirtin de, bijîşk, mamoste û pisporên xizmetên civakî jî hene.

Artêşa Îsraîlê hê der barê daxuyaniya Lazzarinî de daxuyaniyek nedaye.

Ev daxuyanî rojekê piştî ku Dîwana Edaletê ya Navnetewî (UAD)dest bi lêkolîna berpirsiyariyên însanî yên Îsraîlê li hember Filistîniyan kir, hatin.

Nûnerên Dewleta Filistînî, Îsraîl bi astengkirina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezeyê û bikaranîna wê weke ‘çekek a şer’ sûcdar kir.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî li ser navê Îsraîlê ku beşdarî rûniştinên Dîwana Edaletê ya Navdewletî nebibû, daxuyaniyek da û îdia kir ku divê NY û UNRWA bên dadgehkirin.

Îsraîl tevî krîza mirovî ya giran a li Xezeyê, ku tê texmînkirin bandorê li 2,4 mîlyon mirovî dike, ketina alîkariyê bi giranî kontrol dike. Rayedarên Îsraîlî di 2’yê Adarê de piştî agirbesta du mehan a ji bo Xezeyê, rêyên alîkariyê girtine.