Îsraîl: Ji bo parastina Durziyan me li komekê xist
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê ragihandin ku li Sûriyeyê ji bo parastina civaka Durzî wan bi armanca hişyarkirinê êrîşek kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê ragihandin ku li Sûriyeyê ji bo parastina civaka Durzî wan bi armanca hişyarkirinê êrîşek kirine.
Di daxuyaniya hevpar a Serokwezîr Netanyahû û Wezîrê Parastinê Îsraîl Katz de hate ragihandin ku Îsraîlê ji bo parastina civaka Durzî bi armanca dayina 'peyameke şênber' ji rayedaran re li Sûriyeyê êrîş biriye ser 'komeke alîgirê tundrewiyê' ya li Sûriyeyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa Îsraîlê çalakiyeke hişyarkirinê pêk anî û li bajarokê Sahnaya yê li herêma Şamê li komeke tundrew xist ku amadekarî dikir ku êrîşî Durziyan bike."
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, "Di heman demê de peyameke şênber ji rejîma Sûriyeyê re hatiye şandin. Îsraîl li bendê ye ku ji bo parastina civaka Durzî bikeve (rejîma Sûriyeyê) nava liv û tevgerê."