CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şandeya Îranê wê bi DYE’yê re hevdîtinê bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekaî ragihand ku ew bi Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçi re ji bo li Ummanê bi şandeya DYE’yê re hevdîtinê bike, bi rê ketiye. -
Gelo Tirkiye û Qeter Xezeyiyan li Sûriyeyê bi cih dikin?
Hate îdiakirin ku Qeter û dewleta Tirk hewl didin Xezeyiyan li konbajarên Bab û Ezazê yên ku berê ji bo penaberên Sûriyeyê hatibûn avakiribûn, bi cih bikin. -
Îran û Ermenistanê operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn
Îran û Ermenistanê di navbera 9-10’ê Nîsanê de li ser sînorên xwe yên hevpar ên 44 kîlometreyî operasyoneke leşkerî ya hevpar pêk anîn. -
UNICEF: Li Kongoyê di du mehan de bi hezaran zarok bûn mexdûrê tundî û destdirêjiyê
UNICEF’ê diyar kir ku li rojhilatê Komara Kongoya Demokratîk ti carî tundiya zayendî ya li hemberî zarokan evqasî zêde nebûye û bi gotina ‘krîzeke sîstemîk’ ev yek şermezar kir. -
Îran: Em şenseke rastîn didin dîplomasiyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî têkildarî hevdîtinên li gel DYE’yê yên ku wê li Ûmman werin kirin, got: ‘’Em şanseke rastîn didin dîplomasiyê.’’ -
Rêveberiya Trump zêdeyî 6 hezar koçber ‘mirî’ îlan kir, alîkarî qut kirin
Rêveberiya Donald Trump li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hinceta “têkoşîna li dijî sextekariyê” di qeydên fermî de zêdeyî 6.000 koçberên ji Latîn Emerîkayê “mirî” îlan kir. -
Duyemîn keştiya balafiran a DYE’yê gihişt Rojhilata Navîn
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ‘DYE’yê ji bo parastina rêveçûna bazirganiyê’ duyemîn keştiya balafiran şandiye herêma Rojhilata Navîn. -
Artêşa Hollandayê hişyariya 'Rewşa Awarte' da
Serfermandarê Giştî yê Hollandayê Orgeneral Onno Eichelsheim peyamek awarte da û diyar kir ku divê artêşa Hollandayê ji bo rewşa awarte ya muhtemel bi lez xwe amade bike. -
Îranê 5 girtiyên siyasî bi darve kir
Dadgeriya Îranê pênc kes bi darve kir ku bi endametiya komên Misilman ên Sûnî yên qedexekirî dihatin sûcdarkirin. Ji destpêka salê û vir ve herî kêm 245 kes hatin darvekirin. -
Fransa amadekariya naskirina dewleta Filîstînê dike, Îsraîl li ber rabû
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê di meha Hezîranê de dewleta Filîstînê nas bike. Lê Îsraîl nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev helwest wê ‘ji bo terorîzmê weke xelat be.” -
Rêxistina Efûyê: Li Sûdanê hêzên paramîlîter destdirêjiyê dikin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku di şerê li Sûdanê de roja Pêncşemê bûyerên destavêtin û destdirêjiyê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn (HPL) ve hatin kirin. -
Li Santo Dominoyê dîskotek hilweşiya: Herî kêm 98 kes mirin
Li paytexta Komara Dominik Santo Dominoyê banê dîskoyekê hilweşiya. Di encamê de herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn. -
YE’yê ji bo Çînê hişyarî da: Divê rageşî zêde nebin
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, piştî bacên ku ji aliyê DYE’yê ve hatine diyarkirin di hevdîtina xwe ya bi telefonê ligel Serokwezîrê Çînê Li Qiang re got ku divê rageşî zêdetir nebin. -
Sekreterê Giştî yê NATO'yê: Di mijara Çînê de divê em saf nebin
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte di serdana Japonyayê de berfirehkirina hêzên çekdar ên Çînê weke rewşeke 'matmayî' pênase kir. -
WFP: Kêmkirina alikariyên DYE’yê tê wateya mirina bi hezaran kesî
Bernameya Xurekê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) da zanîn ku Washington wê alikariya xwarinê ya lezgîn a ji bo 14 welatan kêm bike û ragihand ku ev yek ji bo hezaran însanan tê wateya mirinê. -
Trump got hevdîtina ‘rasterast’, li gorî Îranê ‘nerasterast’
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku bi Îranê re dest bi hevdîtinên rasterast kiriye. Îranê jî diyar kir ku hevdîtinên nerasterast wê 12’ê Nîsanê li Umman’ê bên kirin. -
Ûkrayna ji bo ‘peymana mîneral a stratejîk’ şande dişîne DYE’yê
Ji bo nirxandina peymana li ser mîneralên stratejîk a di berdêla alîkariya leşkerî ya ji bo Kîevê de, hikumeta Ûkraynayê ragihand ku wê vê hefteyê heyetekê bişîne Washîngtonê. -
Reuters: Milîsên girêdayî Îranê li Iraqê amade ne çek daynin
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarên Iraqê, komên milis ên bi desteka Îranê, ji bo ku bi DYE’yê re yekser şer nekin, amade ne ku çekan daynin. -
Li Xezeyê di êrîşan de herî kêm 44 kes mirin
Parastina sivîl a li Şerîda Xezeyê ragihand ku roja Yekşemê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de herî kêm 44 kes mirin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku ji xaka Fîlîstînê nêzî deh fîşek hatin teqandin. -
Îranê pêşniyara ji bo rasterast muzakereya bi DYE’yê re red kir
Serokê DYE’yê Donald Trump têkildarî bernameya nukleer pêşniyar kir ku Îran bê navbeynkar bi DYE’yê re hevdîtinê bike. Wezîrê Karên Derve yên Îranê pêşniyar red kir. -
Netanyahû wê bi Trump re hevdîtinê bike: Mijar Îran, Tirkiye û gumruk
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû ji tarîfeyên gumrukê heta Îranê wê ji bo gelek mijaran roja duşemê li Qesra Spî bi Serokê DYE’yê Donald Trump re hevdîtinê bike. -
Li dijî Trump zêdeyî 200 xwepêşandan
Li dijî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump û polîtîkayên wî li gelek bajarên DYE’yê gel daket kolanan. Li Ewropayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Kremlînê banga çareseriya bi 'dîplomasiyê' li DYE û Îranê kir
Rûsyayê bang li Îran û DYE'yê kir ku pirsgirêka nukleerê ya Îranê bi 'hewldanên dîplomatîk' çareser bikin. -
Îsraîlê li herêma rojhilat a Xezeyê dest bi tevgereke bejahî kir
Artêşa Îsraîlê ragihand ku sibeha Înê li herêma rojhilat a Xezeyê, Şucaiyeyê dest bi tevgereke bejahî ya nû kiriye. -
Trump alîgirê danûstandinên yekser ên bi Îranê re ye!
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku ew dixwaze ji bo peymaneke nû ya nukleerê bi Îranê re 'danûstandinên yekser' bikin.