RSF: Azadiya çapemeniyê yekemcar li asta navneteweyî zehmet bûye
Rojnamevanên Sînornenas (RSF) beriya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê endeksa salane weşand.
Rojnamevanên Sînornenas (RSF) beriya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê endeksa salane weşand.
Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ku ji aliyê RSF'ê ve hate eşkerekirin, li nava 180 welatan sê ji çar parên wan medya û rojnamevan bi rewşeke 'bi pirsgirêk', 'zehmet' an jî 'gelekî cidî' re rû bi rû ne.
RSF ku navenda wê li Parîsê ye, destnîşan kir ku 'cara yekê ye' di asta navneteweyî de rewş ewqasî 'zehmet' dibe û bi mînaknîşandana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku astengiyên aborî zêde bûne.
Norwêc 9 sal in li ser hev di rêza destpêkê de ye. DYE bi du rêzan daket jêrê û piştî Sierra Leone kete rêza 57'an. Tirkiyeyê di çaryeka dawî de 2 rêz kêm kir û daket rêza 159'an.
Di raporê de hate destnîşankirin ku GAFAM (Google, Apple, Facebook, Amazon û Microsof) ku pareke zêde ya hatineya reklaman bi dest dixin, bi naveroka xwe ya manîpulekirî yan jî xapandinê çapemeniyê difetisîne.
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de welatên Eritre, Koreya Bakur û Çîn di rêzên herî dawî de ne.