NY: Li bakurê Darfurê herî kêm 542 welatî hatine kuştin

Komîserê Pilebilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakurê Darfurê di nava sê hefteyan de zêdetirî 540 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Komîserê Pilebilind Volker Turk diyar kir ku li herêma bakurê Darfur a Sûdanê di nava sê hefteyên dawî de herî kêm 542 welatiyên sivîl hatine kuştin lê belê dibe ku ev hejmar zêdetir jî be.

Ev daxuyanî piştî zêdebûna şer û pevçûnên li bajarê El Faşer ê li rojavayê welêt hate dayîn.

Li gorî NY’ê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên girêdayî General Muhamed Hamdan Daglo li hemberî bajarê El Faşer û kampa li nêzîkî wê ya bi navê Abu Şuk êrîş pêk anîne.

Hate ragihandin ku di encama êrîşên dawîn de herî kêm 40 welatiyên sivîl hatine kuştin. Tê ragihandin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn di şerê navxweyî yê li gel artêşê de êrîşên xwe yên li ser herêma Darfurê zêde kirine.

Berdevkê Sekterê Giştî yê NY’ê Farhan Haq di daxuyaniya xwe de anî ziman ku rewşa li rojavayê welat her ku diçe xirabtir dibe û ew li hemberî vê yekê bi fikar in. Hate destnîşankirin ku bi taybetî jî temamiya kampa bi navê Zemzem a li nêzîkî bajatê El Faşerê hatiye valakirin û Hêzên Piştevaniya Lezgîn hewl dide ku kontrola van herêman bi dest bixe.

Her wiha hate diyarkirin ku zêdetirî 400 hezar welatiyên sivîl bi darê zorê ji cih û warên wan hatine dûrxistin û ew li hemberî destdirêjî, tirsandin û binçavkirinên bi kêfî yên li ser nuqteyên kontrolê metirsîdar in.

Şer û pevçûnên li Darfurê rê li ber bobelateke mezin vekiye û rayedarên NY’ê jî banga mudaxelekirina lezgîn a navneteweyî kir.

Li gorî Komîteya Xaca Sor a Navneteweyî (ICRC)  di sala 2024’an de di encama şerê li Sûdanê de herî kêm 8 hezar welatî winda bûne. ICRC’ê da zanîn ku ew bes hejmara tê texmînkirin e.

Fona Alikariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî dibêje ku  erê li Sûdanê yê ku ev du sal in berdewam dike, bandoreke xirab li jiyana bi milyonan zarokan kiriye û rêjeya binpêkirinên mafên zarokan ji sedî 1000 zêde bûye.