Çavkaniyên Ûkraynayê: Washington û Kievê li hev kirin
Peymana têkildarî madenan a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ûkraynayê de dawiyê hate îmzekirin.
Peymana têkildarî madenan a di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ûkraynayê de dawiyê hate îmzekirin.
Wezîrê Xezîneyê yê DYE’yê Scott Bessent û Alîkarê Serokwezîrê Ûkraynayê Yulia Svyrydenko 30’ê Nîsanê roja Çarşemê ev hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de bi awayekî fermî pêk anîn.
Li gorî peymanê mafê DYE’yê heye ku xwe bigihîne çavkaniyên madenî yên Ûkraynayê û bi taybetî jî elementên ku di teknolojiyên pêşketî de tên bikaranîn.
Bi vî awayî rêveberiya Donald Trump tezmînata ku ji ber alikariyên wê yên li hemberî dagirkeriya Rûsyayê ji Ûkraynayê dixwest, bi dest xist
DYE wê ji bo jinûveavakirina Ûkraynayê foneke razemeniyê pêk bîne. Bi vî awayî wê bedêlên alikariyên DYE’yên ji bo Ûkraynayê yên ji destpêka şerî heya niha werin standin. Tê texmînkirin ku ev alîkarî bi qasî 175-185 milyar dolarî ye. Trump jî tim îdîa dikir ku wan bi qasî 350 milyar dolarî alikarî daye Ûkraynayê.
Wezîrê Ûkraynayî Yukia Svyrydenko got: ‘’Em li gel DYE’yê foneke ku li welatê me veberhênanên gerdûnî bên kirin, ava dikin.’’
Her wiha Yukia Svyrydenko anî ziman ku wê ‘’milkiyet û kontrola’’ çavkaniyên welatê xwe di destê xwe de bigirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelensy destpêkê bêyî misogeriya ewlehiya DYE’yê nedixwest vê peymanê îmze bike lê belê Trump ev yek red dikir û digot ku bêyî misogeriya ewlehiyê armanca wan a sereke îmzekirina peymana têkildarî madenan e.
Her wiha tê texmînkirin ku Ûkrayna xwediyê nêzîkî ji sedî 5’ê çavkaniyên cîhanê ye. Ev yek jî Ûkraynayê dike çavkaniya beşeke mezin a elementên girîng.