DYE'yê ji meha Adarê ve hezar carî êrîş bir ser Yemenê

Wezareta Parastinê ya DYE'yê ragihand ku ji nava meha Adarê û vir ve di operasyonên hewayî yên li dijî Hûsiyan de li zêdeyî hezar hedefên li Yemenê xistine.

ÊRÎŞÊN DYE'YÊ YÊN LI YEMENÊ

Hûsî ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dikin, bi îdîaya piştgiriya bi Fîlîstîniyên li Şerîda Xezeyê re ji dawiya sala 2023'an û vir ve êrîşê dibin ser barhilgiriya deryayî.

Hûsî îdîa dikin ku bi rêk û pêk yekser fuzeyan diavêjin Îsraîlê. Îsraîl jî dibêje, ew van fuzeyan asteng dikin.

Berdevkê Pentagonê Sean Parnell bi daxuyaniyekê got, "Centcomê bi êrîşan re ji 15'ê Adarê û vir ve li zêdeyî hezar hedefan xist û gelek şervan û lîderên Hûsî kuşt. Bi vî rengî kapasîteya wan kêm kir."

Roja Yekşemê Fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYE'yê (Centcom) bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ji nava Adarê û vir ve li zêdeyî 800 hedefan xistine û bi sedan şervanên Hûsî hatine kuştin.

Çend saet piştî vê daxuyaniyê, Hûsiyan diyar kirin ku artêşa DYE'yê bombe li girtîgeheke li Saadayê barand û di encamê de 68 koçberên Efrîkayî kuşt, 47 jî birîndar kir.

Centcomê ji AFP'ê re got, haya wan ji îdîayên li ser windahiya sivîl a li Yemenê heye û van îdîayan gelekî cidî dibînin.

Centcomê got, "Nirxandina xisarê û lêpirsîna li ser van îdîayan hîn dewam dikin."