Dadgeha Tûnisê bi îdîaya hêsankirina derbasbûna cîhadîstan a ji bo Sûriyeyê 34 sal cezayê hepsê li Serokwezîrê berê yê Tûnisê û serokê berê yê Partiya Tevgera Nahda Ali Larayedh birî.
Larayedh ji sala 2022’yan ve ye girtî ye û di navbera salên 2013-20124’an de serokwezîrtiya Tûnisê dikir. Di wan salan de bi hezaran Tûnisî ji bo beşdarî nava DAÎŞ’ê bibin, derbasî Sûriye, Iraq û Libyayê bûbûn. Partiya Îslamîst Ennahda ji ber îdîaya ku derbasbûna cîhadîstan hêsan kiriye û alikarî daye wan bi rexneyên tund re rû bi rû mabû.