Beriya hilbijartinên li Polonyayê dijberiya penaberan zêde dibe
Bi nêzîkbûna tûra yekemîn a hilbijartinên Serokomariyê yên Polonyayê re parvekirinên ku penaberan hedef nîşan didin, zêde dibin.
Bi nêzîkbûna tûra yekemîn a hilbijartinên Serokomariyê yên Polonyayê re parvekirinên ku penaberan hedef nîşan didin, zêde dibin.
Namzetên rastgir û rastgirên tundrew polîtîkayên penaberiyê yên Serokwezîr Donald Tusk wek "sistî” bi nav dikin û Elmanyayê jî bi şandina penaberan tawanbar dikin.
Bi taybetî jî namzetê Partiya Maf û Edaletê (PiS) ya neteweperest Karol Nawrocki û namzetê Partiya Konfederasyonê ya rastgir a tundrew Slawomir Mentzen li ser medyaya dijîtal parvekirinên li dijî penaberan parve dikin.
Di nav vîdeoyên hatine parvekirin de, vîdeoya ku weke penaberek ji hêla polîsên Elman vZe tê dersînorkirin tê pêşandan, lê di rastiyê de ew kes Poloniyek bêmal e. Her wiha wêneyên kevn û wêneyên duayên li kolanên Îtalyayê jî bi îdiaya “paneber Polonyayê dagirkirine” tên belavkirin.
Ev dezenformasyon ne tenê li dijî penaberan tê kirin, di heman demê de bi dijberiya Elmanya û Ewropayê re jî têkildar e. Daneyên fermî nîşan didin ku têketina Polonyayê de zêdebûnek berbiçav çênebûye. Li gorî pisporan armanca agahiyên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin, manîpulekirine.
Ji roja ku hikûmeta Tusk a lîberal û alîgirê Ewropayê ye hatiye desthilatê û vir ve, li gorî hikûmeta berê ya rastgir di polîtîkaya penaberan de gavên tundir avêtiye. Herêma tamponê ya li ser sînorê Belarûsê ji nû ve hate avakirin, rayeya bikaranîna çekan a li dijî penaberan hate berfirehkirin û serlêdanên penaberiyê hatin sînordarkirin. Her wiha ji bo pêşiya penaberan were girtin li heft welatan kampanya hatin destpêkirin.