Talûkeya şer: Bang li Kaşmîriyan hate kirin ku xwarinê stok bikin

Metirsiya şerê Hindistan û Pakistanê her ku diçe zêdetir dibe û Pakistanê bang li welatiyên li Kaşmîrê kir ku ji bo du mehan xwarinê stok bikin.

HINDISTAN - PAKISTAN

Ev daxuyanî piştî êrîşên Hindistanê yên li ser herêma binakok hatin dayîn.

Serokwezîrê Herêma Keşmîr a Pakistanê Hudri Enver-ul-Hak bang li welatiyên li herêmê kiriye ku li 13 navçeyan ji bo du mehan xwarin were stokkirin.

Serokwezîr di axaftineke xwe de diyar kir ku hikûmetê bi taybetî jî ji bo dabînkirina xurekê, derman û pêdiviyên sereke zêdetirî sê milyon dolar ji bo 'fona rewşa lezgîn' terxan kiriye û da zanîn ku ji bo 'çêkirin û sererastkirina rêyên li ser sînor' makîneyên taybet dest bi xebatê kirine.

Hindistan, Pakistanê weke berpirsê êrîşa 22’yê Nîsanê ya li ser Pahalgamê dibîne ku di encama êrîşê de 26 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Hê tu hêz an jî koman êrîş negirtiye ser xwe. Pakistan jî îdîa dike ku tu eleqeya wê li gel vê bûyerê tune ye.

Piştî fermana êrîşa leşkerî ya ji aliyê Serokwezîrê Hindistanê Narebdra Modi ve hatî dayîn, Pakistanê ragihand ku di destê wan de agahiyên istixbaratî yên saxlem hene û ew li bendê ne ku Hindistan êrîşî wan bike.

Her wiha Pakistanê li hemberî êrîşeke muhtemel a Hindistanê perwerdeya 1.100 medreseyên li Kaşmîrê ji bo deh rojan da sekinandin.