Elmanyayê eşkere nekir ku çima serdozger bi Erdogan re hevdîtin kiriye

Hikûmeta Elmanyayê sedemê serdana du rojî ya Serdozgerê Federal Peter Frank ya Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re eşkere nekir.

Serdozgerê Giştî yê Federal ê Elmanyayê Peter Frank di navbera 5-7’ê Tîrmeha 2022’an de serdana Tirkiyeyê kiribû. Frank ku li ser vexwendina Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn çûbû Tirkiyeyê, bi rayedarên dewleta Tirk re ku di nav de Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dadgeha Cezayê Giran Mehmet Akarca û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî hebû gelek hevdîtin pêk anîbûn.

Lê rexmê ku 10 roj derbas bûne hêj di derbarê serdana Serdozgeriya Federal de ji aliyê Elmanyayê ti daxuyanî nehatiye dayîn. Parlamentera Partiya Çep ku yek ji partiyên mûxalefetê yên Elmanyayê ye Clara Bûnger, ev serdana ku naveroka wê ji raya giştî hatiye veşartibû, anî rojeva Parlementoya Federal û pêşniyaşpirseke kurt da hikûmetê ku li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

‘EM NE MECBÛR IN HEVDÎTINÊN WIHA EŞKERE BIKIN’

Lê Hikûmeta Federal a di bin serokatiya Olof Scholz de, di bersiva xwe ya ji bo pêşniyarpirsa parlamentoyê dayî de naveroka serdana Serdozgeriya Federal a Tirkiyeyê eşkere nekir. Hikûmetê diyar kir ku ew ne mecbûr in naveroka hevdîtinên bi hevkarên navneteweyî re eşkere bikin û diyar kir ku serdana Frank a Tirkiyeyê jî dikeve vê kategoriyê.

Serdana Serdozgerê Giştî yê Federal ku hikûmeta Elman bi gotina “raza dewletê” ye eşkere nekir, di rojên derbasbûyî de ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ên li Elmanyayê ve bi tundî hate rexnekirin.

Li aliyê din çapemeniya nêzî AKP-MHP’ê nivîsand ku Tirkiye lîsteyek ji 129 navên ku ji Elmanyayê dixwaze, daye Serdozgeriya Komarê ya Federal Frank.