Serokwezîrê Îtalyayê Draghi îstifa kir
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi îstifaya xwe ragihand.
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi îstifaya xwe ragihand.
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ragihand ku, piştî ku sê hevkarên koalîsyonê di parlamentoyê de piştgirî nedan hikûmeta wî, wî jî biryar da ku îstifa bike.
Draghi di axaftina xwe ya roja pêncşemê ya li civata nûneran a Romayê de got, “Li hember dengdana şeva borî ya Senatoyê (20.07.2022) ez dixwazim rûniştin were paşxistin, ji ber ku ez ê herim cem Serokomar û bi biryara xwe wî agahdar bikim.”
Li gorî nûçeyên medyayê, Draghi ji bo ku îstifa xwe pêşkêş bike çû cem Serokkomar Sergio Mattarella.
Ger Mattarella pêşniyara îstîfaya muhtemel a Draghi qebûl bike, wê biryara pêşeroja siyasî ya Îtalyayê di destê wî de be. Dikare hilbijartineke nû bide destpêkirin an jî di parlamentoyê de piraniyek hukûmetê ya nû bixwaze.
Wî hefteya borî îstifa kir lê Serokkomar Sergio Mattarella îstifaya wî qebûl nekir, heke hevkarên hevbendî yên parçebûyî dîsa li ser "peymana pêbaweriyê" li hev bikin, Draghi razî bû ku li ser kar bimîne.
Draghi êvara Çarşemê li parlamentoyê dengê pêbaweriyê wergirt. Lêbelê, gelek parlementer beşdarî dengdanê nebûn: Sê hevkarên mezin ên koalîsyonê yên Draghi, Lega, Forza Italia û 5 Stars, demek kin berî dengdanê ragihandin ku ew ê beşdar nebin.