Lîga Dewletên Ereban êrîşa Tirkiye şermezar kir
Sekreterê Giştî ya Lîga Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt komkujiya li Zaxo ya ji aliyê dewleta Tırk ve hate kirin ku jin û zarok jî nav de 9 kes hatin qetilkirin, şermezar kir.
Sekreterê Giştî ya Lîga Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyt komkujiya li Zaxo ya ji aliyê dewleta Tırk ve hate kirin ku jin û zarok jî nav de 9 kes hatin qetilkirin, şermezar kir.
Berdevkê femî yê Sekreterê Giştî Cemal Reşdîe diyar kir ku Ebû El-Xeyt diyar kiriye ku ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û dîsa têkiliyên baş ên cîrantiyê, êrîşkariya Tirkiye ku serweriya Iraqê binpê dike red dikin.
Berdevk destnîşan kir ku Yekîtiya Ereban di mijara redkirina êrîkariya dewleta Tırk a li ser Iraqê û şermezarkirinê de destekê dide Iraqê û dîsa ji nû ve pîvanên Enqerê yên ji bo welatên cîrantiya baş li ber çavan re bê derbaskirin û domandin. Her wiha di rewşeke welê de ku serweriya yek ji welatên Ereban bên binpêkirin wê bê şermezarkirin. Welatên Ereban bi ti hincetê rê nade ku li ser xaka wan operasyoneke leşkerî bikin.