Iraqê serî li Konseya Ewlekariyê da, Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza lêkolînê kir
Bertekên li hemberî qetlîama dewleta Tirk a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Neteweyên Yekbûyî banga “lêpirsînek berfireh” kir.
Bertekên li hemberî qetlîama dewleta Tirk a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Neteweyên Yekbûyî banga “lêpirsînek berfireh” kir.
Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de gundê turîstîk ê Perex ê Zaxoyê bombe kir û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan kes jî birîndar bibûn.
Dewleta Tirk weke her carê komkujî red kir, rayedarên Iraqî jî piştrast kirin ku êrîş ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin.
Piştî êrîşê li gelek bajarên Iraq û Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Çalakvanên ku li bajarên wekî Bexda, Kerbela, Necef, Kerkûk, Silêmanî û Hewlerê dewleta Tirk protesto kirin, xwestin ku hêzên artêşa Tirk bi temamî ji Iraqê vekişin.
JI BALYOZÊ TIRK RE HAT GOTIN ‘JI IRAQÊ VEKIŞIN’
Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî nameyek nerazîbûnê da Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Alî Riza Gunay da. Wezaretê komkujî bi tundî şermezar kir, di heman demê de ji Tirkiyê xwest ku “Bi awayeke fermî lêborîn bixwaze û hêzên xwe ji tevahiya Iraqê vekişîne.”
LI KONSEYA EWLEHIYÊ YA NY’Ê GILÎ HAT KIRIN
Hikûmeta Iraqê jî ragihand ku wan gilî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrîşa dewleta Tirk kiriye û diyar kir, “Ji bo bidawîkirina dubarebûna êrîşên Tirkiyê li ser Iraqê rêzetedbîr girtine.” Di derbarê tedbîran de agahî nehat stendin.
BERTEKA NAVNETEWÎ
Li qada navneteweyî jî bertek çêbûn. Wezareta Derve ya Elmanyayê daxwaz kir ku demildest rewş û berpirsyariya êrîşê were eşkerekirin.
Wezareta Derve ya Fransa bertek nîşanî êrîşa “bê serûber” ya li ser navçeyeke geştyarî da û “Girêdanbûna xwe ya bi serweriya Iraqê û aramiya Herêma Xweser a Kurdistanê” nîşan da.
Ofîsa Berdevkê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de got: “Sekreterê Giştî daxwaz dike ku lêkolînek lezgîn û berfireh li ser bûyerê bê kirin da ku rewşên li dor êrîşê çêbûyî bê destnîşankirin û şert û mercên ku hesab bê dayîn bên dabînkirin.”
Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanîne Hennîs-Plasschaert êrîş şermezar kir û got, “Welatiyên sivîl careke din bûn hedefa topbaranan. Welatiyên sivîl ku dibin armanca êrîşan ku berewajî yasayên navnetewî ye nayê qebûlkirin.”
Li ser şermezarkirina êrîşa Zaxoyê, nûnerê UNÎCEF’ê yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê diyar kir ku hedefgirtina zarokan nayê qebûlkirin û bang li aliyan kir ku li gorî yasayan tevbigerin.