Di nava çend saetan de bi hezaran koçber gihiştin Îtalyayê

Hate ragihandin ku zêdeyî hezar koçber di nava çend saetan de gihîştine peravên Îtalyayê.

Roja Şemiyê zêdeyê 600 koçberan di keştiyekê de hewl dan ku Deryaya Spî derbas bikin, li reşahiya Calabriayê ji aliyê keştiyek a bar û tîmên ewlehiya peravê ve hat rizgarkirin.

Koçber koçî gelek benderên Sicîlyayê bûn. Her wiha rayedaran cenazeyên 5 kesan dîtin. Hîn nehatiye diyarkirin ku çawa jiyana xwe ji dest dane. Hate aşkera kirin ku şeva Şemiyê 522 koçber gihîştine girava Lampedûsayê. Hat diyarkirin ku piraniya koçberan bi eslê xwe ji Efxanistan, Pakistan, Sûdan, Etîyopya û Somaliyê ne. Koçber bi 15 keştiyên cuda ber bi Tûnûs û Lîbyayê ve çûne.

Li gorî medyaya Îtalî, navendên koçberan yên li Lampedûsayê zêdeyê kapasîteya xwe tije bûne.

Li aliyê din rêxistinên civaka sîvîl jî ragihand ku bi sedan koçberên li Deryaya Spî rêya xwe winda kirine, rizgar kirine.

Rêxistina SeaWatch da zanîn ku wan roja şemiyê 4 operasyonên rizgarkirinê kirine, jin û zarok jî di nav de 428 koçber rizgar kirine.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, di navbera 1’ê Çileyê û 22’yê Tîrmehê de 34 hezar koçber bi rêyên deryayî gihîştine Îtalyayê. Sala çûyî jî di heman mehê de 22 hezar 500 kes û sala 2020’î jî 10 hezar û 900 koçber gihîştibûn.

Navîna Deryaya Spî, di cîhanê de weke rêya herî xeter a koçberan tê dîtin. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, ji serê salê û bi vir de, di vê rêyê de 990 koçber yan mirine yan jî winda bûne.