Bexda nîqaş dike ku piştî qetlîamê gavên çawa biavêje
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazmî bi partiyên siyasî û komên parlementoyê re rûnişt û diyar kir ji bo parastina ewlekarî û serweriyê divê gavên pêwist werin avêtin.
Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazmî bi partiyên siyasî û komên parlementoyê re rûnişt û diyar kir ji bo parastina ewlekarî û serweriyê divê gavên pêwist werin avêtin.
Duh bi şev li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bi Serokomar Berhem Salih, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya De’we Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan û komek serkirdeyên din ên Iraqê re li ser êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li Zaxoyê civiyan.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewşa êrişa dawî ya dewleta Tirk ya li parêzgeha Dihokê hatiye gotubêjkirin. Her wiha serokwezîrê Iraqê bi aliyan re helwest, pêşhatên siyasî, meydanî û pêşhatên ku ji bo parastina serweriya axa Iraqê hatine standin gotûbêj kirine.
Her wiha di civînê de behsa pêngavên dijî êrişan ên dîplomatîk, giliyê ku wê pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî were kirin jî hatiye kirin.
Di dewama daxuyaniyê tê gotin; “Ji bo parastina ewlekariya Iraqê, serwerî û rê girtina li bûyerên bi vî awayî, divê pêngavên pêwîst werin avêtin.”