Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî de ya ku Îsraîlê li nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê pêk anî 3 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Îsraîlê "ji aliyê Golana dagirkirî ve êrîşeke hewayî pêk aniye".

Wezaretê da zanîn ku di êrîşê de 3 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.

Ji sala 2011’an ve ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, Îsraîlê bi sedan êrîşên hewayî pêk anîn. Di êrîşan de gelek caran Hizbullaha Lubnanê û komên ku Îran piştgirîya wan dike dibin hedef.

Îsraîl ku kêm caran berpirsyariya êrîşan hildigire ser xwe û qebûl kir ku bi sedan caran êrîş pêk anîne.

Meha borî, hêzên esmanî yên Îsraîlê Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê kir armanc, ku balafir bi hefteyan nekarîn bi kar bînin. Rayedarên Îsraîlî îdia kirin ku wan depoyên cebilxane yên Îran û Hizbullahê dane.