Misir û Îranê komkujiya Tirkiye ya Zaxo şermezar kir

Wezareta Karê Derve ya Misrê û Komara Îslamî ya Îranê komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo şermezar kir, diyar kir ku divê rêz li hiqûqa navneteweyî û parastina sivîlan bigire.

Wezareta Karê Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a li seyrangeha Perexê ya Zaxo ku jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.

Wezaretê sersaxî da malbatên qûrbaniyan û Iraqê û şifaya xêrê ji bo birîndaran xwest. Wezaretê diyar kir ku divê rêz li prensîb û biryarên hiqûqa navneteweyî yên girêdayî parastina sivîlan bê girtin.

Wezaretê piştevaniya xwe ya ji bo Iraqê jî destnîşan kir.

Hemwext Komara Îslamî ya Îranê jî êrîşa Tirkiye şermezar kir û bal kişand ser girîngiya aramiya ewlehiya Iraqê.

Berdevkê Wezareta Derve Nasir Kenanî daxuyanî da û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên malbatan anî ziman û bal kişand ser aramî û ewlehiya Iraqê.