Riyad û Tehranê ji sala borî ve 5 tûrên danûstandinan li Bexdayê lidar xistine.
Tûra dawî ya danûstandinan di meha Nîsanê de pêk hat. Di civînê de endamên Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û îstixbarata Erebistana Siûdî amade bûn.
Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ji medyaya Îranê re axivî û got, “Me 5 tûrên danûstandinan li ser Erebistana Siûdî bi giranî di asta ewlehiyê de pêk anîn û di van danûstandinan de pêşketin çêbû.”
Ebdullahiyan her wiha got: “Hefteya borî peyamek ji Wezîrê Derve yê Iraqê wergirtibû ku aliyê Siûdiyê amade ye danûstandinan bigihîne asta siyasî.
Ebdullahiyan diyar kir ku Tehran jî ji bo ku gotûbêj derbasî qonaxa siyasî bibin amade ye, hêvî xwest ku ev danûstandin bibe sedema normalbûna peywendiyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî û Komara Îslamî ya Îranê.
Peywendiyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî û Îrana Şîî di sala 2016’an de piştî ku Riyadê oldarekî navdar ê Şîî îdam kiribû, hatibû qutkirin.
Van her du welatên hevrik ku gelek caran hevûdu bi bêîstiqrarkirina Rojhilata Navîn tawanbar dikirin, di Nîsana 2021’an de ji bo derbaskirina nakokiyên xwe dest bi danûstandinan kirin.