Li Bahamayê keştiya koçberan noqav bû: 17 kes mirin
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû. Di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 kes hatin rizgarkirin.
Li Bahamayê keştiyeke koçberan noqav bû. Di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest da û 25 kes hatin rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî Serokwezîr Philip Davis, piştî ku keştî bi 60 koçberan ji komgiravê derketiye noqav bûye.
Li gorî daxuyaniyê herî kêm 17 koçberên ji Haîtiyê jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî hatine rizgarkirin. Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, yek jê zarok, zilamek û 15 jin in.
Buroya Serokweziryê texmîn dike ku koçberan hewl dane xwe bigihînin Mîamî Florîdayê.
Bahama, 80 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Florîda ye, ji 700 giravan pêk tê û 39 ji wan cihê jîngehê ye.
Li Haîtiyê sûcên çeteyan gihiştiye astek giran û gelek kes hewl didin bi rêya deryayê xwe bigihîne Florîdayê.