Li Sûdanê di pevçûna 'eşîrî' de 105 kes mirin
Li gorî bîlançoya nû hefteya borî li başûrê Sûdanê di şerê eşîran de 105 kesan jiyana xwe ji dest dan û 291 kes jî birîndar bûn.
Li gorî bîlançoya nû hefteya borî li başûrê Sûdanê di şerê eşîran de 105 kesan jiyana xwe ji dest dan û 291 kes jî birîndar bûn.
Digel ku li eyaleta Nîla Şîn ku di sînorê Etiyopyayê de ye piştî şerê hefteyekê aramî çêbû, bûyerên tundiyê vê carê li eyaletên din belav bû.
Koma etnîkî ya Hausa ku yek ji aliyên pevçûnê ne, li seranserê welêt bi daxwaza "ji bo şehîdan edalet" ketin tevgerê.
Wezareta Tenduristiyê ya Nîla Şîn ragihand ku 105 kes mirine û 291 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdetirî 17 hezar kes ji bo ku nebin hedefa guleyan malên xwe terikandine. Hat diyarkirin ku derdora 14 hezar kesan li sê dibistanan dimînin.
Eşîra Hausa dibêjin ku wan dixwest ku hikûmetek herêmî were damezrandin da ku çavdêriya gihîştina axê bike, lê eşîra Bartî red kir.
Li aliyê din eşîra Bartî diyar dike ku xaka wan ji aliyê eşîra Hausa ve hatiye binpêkirin. Ji bo vê jî tê gotin ku ger rêveberiyek bê avakirin divê tenê ji eşîra Bartî pêk were.
Ji sala 1983’an û vir ve li eyaleta Nîla Şîn tevgereke serhildanê heye. Tevgera gerîla ya li vê herêmê jî ji aliyê dîktatoriya Omer El-Beşîr ve ku di sala 2019’an de bi serhildaneke gel hat hilweşandin, demeke dirêj weke pirsgirêk dihat dîtin.
Pispor dibêjin valahiya ewlekarî ya ku ji hêla derbeya bi rêberiya fermandarê leşkerî yê berê General Abdul Fattah al-Burhan ve di Cotmeha sala borî de çêbû, bû sedema vejîna tundûtûjiya eşîrî li welat. Her sal bi sedan sivîl di pevçûnên di navbera şivan û cotkaran de ji bo gihîştina av û erdan jiyana xwe ji dest didin.
NE PEVÇÛNA EŞÎRAN, HIKÛMET BERPIRSYAR E
Piştî pêla dawî ya tundiyê, mûxalefeta siyasî ya li dijî hikûmeta El Burhan banga yekîtiyê kir û bertek nîşan da ku hikûmet hewl dide ji şerê eşîran sûd werbigire.
Gelek çavdêr jî diyar dikin ku mirov van qetlîaman tenê weke şîdeta di nava civakan de bi nav bike wê "xapandin" be.
Li gorî radyoya RFI, rojnamevanê Sûdanî Mat Nashed got ku tundûtûjiya nedîtî ya li Nîla Şîn "berî her tiştî siyasî ye. Ne ji ber nefreta sedsalî ya di navbera eşîran de ye. "
Lêkolîner Holood Kair jî vê nêrînê dipejirîne. Yekemîn kesê ku ji xirabûna rewşê berpirsyar e, li gorî Kair, bi rastî "rejîma leşkerî-îslamî" li Xartûmê ye.