Li Panamayê protestoyên mezin hene

Li Panamayê protesto û têkoşîna li hemberî krîza malî didome. Xwepêşander diyar dikin ku tevdîrên hikumetê têr nake.

Bi hezaran xwepêşanderên Panamayê li hemberî enflasyona zêde û ji bo ku nelirêtî bi dawî bibe, bi hefteyan e li qadan in.

Li Panamayê bêkarî ji meha Gulanê û vir ve ji sedî 10 û sotemenî jî jî sedî 50 zêde bûye.

Xwepêşanderan di serî de xwestin bila heqê sotemeniyê kêm bibe, ji bo bihayên xurekan sînorek were danîn. Lê daxwaz veguherîn nirxandina nelirêriya siyasî û nîqaşkirina reformên siyasî yên mezin.

Li eyaleta Veragûasê xwepêşanderan rêya Pan-Emerîkayê girtin û nexwestin tiştên ji welatên Emerîkaya Navîn tên bigihêje Kanala Panamayê. Li ser vê rêyê ji sedî 80’ê fêkî û mêweyên Panamayê tên veguheztin.

Serokkomar Cortîzo bersiv da protestoyan û diyar kir ku wî bihayê sotemeniyê kêm kiriye û ew ê ji bo bihayê 10 tiştên sereke jî sînorekî deynin.

Karkerên Panamayê diyar dikin welat ji sedî 6,5 mezin bûye lê niha ew nikarin benzîn û dermanan bikirin?