Nasnamayên 9 kesên ku di Komkujiya Zaxoyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin
Nasnameya 9 kesên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê jiyana xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin.

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Tîrmehê cihê seyrangehê ya li gundê Perexê yê navçeya Zaxoyê bombe li ser gel barand. Di encama êrîşê de 9 kes ku di nav wan de pitikek jî hebû jiyana xwe ji dest da bûn û 23 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û cihê hatina wan wiha ye:
1- Zehra Xeyî Mihemed, 1 salî, Bexda
2- Sara Qeys Elî, 12 salî, Bexda
3- Zehra Qeys Elî, 16 salî, Bexda
4- Elî Sebah Îsmaîl, 43 salî, Bexda
5- Secad Mihemed Casim, 24 salî, Bexda
6- Ebas Ela Ebdul Ehmed, 30 salî, Bexda
7- Hesen Ebdulemîr, 55 salî, Bexda
8- Teha Ebdulrehman Nemet, 25 salî, Bexda
9- Ebas Mihemed Cewad, Kerbela