Elî Mehdî: Divê hikûmeta Iraqê li hember van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bigire

Rayedarê Partiya Komunîst (Şûî) a Iraqê Elî Mehdî diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wekî her car sûcê li dijî sivîlan înkar dike û got “Divê Hikûmeta Iraqê li hemberî van kiryarên hovane tedbîrên pêwîst bistîne.”

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmehê de bi topan êrîşî gundê Perex ê Zaxoyê kiribû. Di encama êrîşê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn.

Rayedarê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mehdî têkîldarî Komkujiya Zaxoyê ku dewleta Tirk pêk anî, ji ANF’ê re axivî.

Elî Mehdî diyar kir ku Komkujiya Zaxoyê berdewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker e û da zanîn ku divê bi tundî êrîşên dewleta Tirk bên şermezarkirin.

Elî Mehdî destnîşan kir ku li Iraqê bi yekdengî Komkujiya Zaxoyê hat şermezarkirin û got: “Dewleta Tirk li Zaxoyê 9 welatiyên Iraqê qetil kir û bû sedema birîndarbûna 23 kesan. Hemû jî sivîlên aştîxwaz bûn. Ew sivîl ji bo dîtina xwezaya navçeyê çûbûn seyranê lê mixabin hêzên Tirk ev navçe li wan kir dojeh.”

Mehdî destnîşan kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Iraqê serweriya Iraqê binpê dike û wiha pêdê çû: “Ji ber êrîşên dewleta Tirk ewlehî û aramiya Iraqê têk diçe. Piştî komkujiyê civîna asayîşa Iraqê hat lidarxistin û sûcê dewleta Tirk hat şermezarkirin. Di civînê de xwestin ku bi balyozê Tirkiyeyê re lêkolînên pêwîst ben kirin.”

Mehdî di dewama axaftina xwe de ragihand ku gelek endamên Encûmena Nûneran dixwaze civînek lezgîn ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê were lidarxistin û dawî li binpêkirinên li Iraqê bên kirin û got: “Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê wekî her car sûcê li dijî sivîlan înkar dike û dibêje ku hêzên wan ev êrîş pêk neanîne. Bi van êrîşan li hember xaka Iraqê û welatiyên Iraqê bêrêziyek mezin tê kirin û pêwîst e em pêşiya van tiştan bigirin.”

Rayedarê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mehdî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li tevahiya Iraqê hem ji aliyê gel û hem jî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve êrîşên dewleta Tirk tên şermezarkirin û wiha dewam kir: “Pêwîst e peymanên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên betalkirin. Divê dewleta Tirk ji axa Iraqê bê derxistin û Tirkiye hesabê van komkujiyan bide.”