Qetlîama li Zaxoyê bi boykot, çalakî û civînên awarte tê şermezarkirin

Qetlîama ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiribû li Iraqê tê şermezarkirin.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê 9 kesên sivîl qetil kiribû. Piştî qetlîamê li gelek bajaran çalakiyên boykot û şermezarkirinê hatin lidarxistin.

SAZIYÊN VÎZEYÊ XEBATÊN XWE DAN SEKINANDIN

Li hemberî saziyên vîzeyê yên Tirk çalakiyên şermezarkirinê tê kirin. Navendên serlêdana vîzeya Tirkiyeyê yên li herêma Kurdistanê û Iraqê ji şîrketên tûrîzmê re ragihandin ku heta biryareke din wan xebatên vîzeyê dane sekinandin û ew ê bersivê nedin serlêdanên ji bo vîzeyê.

PARLEMENTO BI AWAYEKÎ AWARTE KOM DIBE

Parlementoya Iraqê biryar da ku roja Yekşemê piştî nîvro bi awayekî awarte kom bibe. Hate diyarkirin wê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî jî tevlî civîna parlementoyê bibe. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk wê li hemberî dewleta Tirk biryarên cîddî werin stendin.

LI BEXDAYÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÊ

Çalakiyên protesto û şermezarkirinê didome. Gelek kes tevlî çalakiya protestoyê ya li ber Sefaretxaneya Tirk a li Bexdayê bû. Çalakvan dixwazin sefaretxane were girtin.

Heman çalakî li bajarên Kerkûk, Bexda, Kerbela û Necefê hate kirin.

ALAVÊN TIRKIYEYÊ TÊN BOYKOTKIRIN

Odeya Bazirganiyê ya Diyalayê diyar kir wan biryar stendine alavên ji Tirkiyeyê tên, boykot bikin.

Endamê Odeya Bazirganiyê Mûsa Temîmî diyar kir wan biryara boykotkirina alavên ji Tirkiyeyê ragihandine hemû gelên Diyalayê û xwest bila şîrketên ger û geştê reklama gera ji bo Tirkiyeyê nekin.

ŞÎNA NETEWEYÎ

Piştî qetlîamê hikumetê ji bo rojekê biryara şînê da. Kesên ji başûr û navenda Iraqê di qetlîamê de hatibûn qetilkirin.

Piştî êrîşên berê jî Wezareta Karê Derve ya Iraqê bang li sefîrê Tirkiyeyê yê li Bexdayê dikir lê piştre tu gav nedihat avêtin.

Hikumetê vê carê nerazîbûneke tund nîşan da û xwest artêşa Tirk ji Iraqê derkeve.